Hakkari HDP'den "Dünya Ana Dil Günü" mesajı

Hakkari HDP'den "Dünya Ana Dil Günü" mesajı

Halkların Demokratik Partisi (HDP) Hakkari İl Örgütü "21 Şubat Dünya Anadil Günü" nedeniyle yazılı açıklama yaptı.

UNESCO tarafından 17 Kasım 1999 tarihinde Uluslararası Anadili Günü ilan edilen 21 Şubat vesilesiyle Kürtçe yazılı açıklama yapan HDP Hakkari İl Örgütü ‘Dünya Ana Dil Gününü’ kutladı.

İl örgütü tarafından Kürtçe yapılan açıklamada şu ifadelere yer verildi;

"Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, her kesên ku dilên wan ji bo wekhevî û edalet ê diavêje,pîroz be! Mixabin ev demeke dirêje zimanê Kurdî dibin metirsiya lawazbûn û windabûnê de ye. Ev metirsî bi taybetî li bakur û rojhilatê welêt tê ditin. .Ji hemiyê jî giringtir ew e ku zimanê dayikê nebûye zimanê sereke di prosesa perwerde û fêrkirinê de. Her çend  di dirêjahiya dîrokê de, ziman ji bo me Kurdan bûye çeperê berxwedan û parastinê. Em wek rêxistin  hemû kesên ku xizmeta zimanê Kurdî dikin. Bi taybetî yên ku zimanê Kurdî xistine nava amûrên wergera dijîtal, ragihandinên global û teknelojiyayê de. Em wan bi destkeftên herî mezin dinirxînin û  21’ê Sibatê roja zimanê dayikê ya Cîhanî ji xwe re wek derfetek dibînin û daxwaza hemû saziyên ziman, çand, perwerde, mediya û çapemeniyan dikin ku li dijî hemû hêrîş, gef û metirsiyên li ser zimanê Kurdî rawestin. Di heman dem de, li hember planên dagirkeran bê deng nemînin. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e û di 18’ê Kanûna 1992’yan de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin û li ser hemû dewletên endamên NY’yê ev xal bi awayekî fermî hatiye ferzkirin. Em wek partî dibêjin divê dewlet şert û mercên van mafên bingehîn pêk bîne û li gor van xalan tevbigere. Ev biryara bingehîn di hemû qadên ziman û çandê de derfetên wekhev, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û parastina pirrengiya civakê diparêze û wan mafan bi awayekî qanûnî misoger dike. Li gor Atlasa Zimanên di Tehlûkeya Dinyayê ya Cîhanê ya UNESCOyê de, li Tirkiyeyê 18 ziman ber bi wendabûnê ne. Ev bi zelalî stratejiyeke lewazkirina çand û raman û qirkirina çandî ye. Weke HDP'ê em careke din bang dikin ku em hemû polîtîkayên qedexekirin û asîmîlasyonê yên li ser zimanê dayikê şermezar dikin û vê pergalê qebûl nakin. Eşkere ye ku pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê bi însiyatîfên demkî û taktîkî çareser nabe. Em ji xwe bawer in ku em ê vê axa sed sal e bi destê nijadperestan ve di aliyê çandî û zimanî de hatî qirkirin û valakirin, ji nû ava bikin. Em careke din soz didin ku em ê têkoşîna xwe xurt bikin ji bo ku li welatê me hemû ziman û çand bi azadî û di bin şert û mercên wekhev de bi hev re bijîn."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Yorumlarınız editör onayından geçtikten sonra yayınlanacaktır. Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır. Yapılan yorumlardan yazarları sorumludur. Kurumumuz hiçbir şekilde sorumlu tutulamaz.