Hakkari Eğitim-Sen'den Anadil Günü mesajı

Hakkari Eğitim-Sen'den Anadil Günü mesajı

KESK'e bağlı Eğitim-Sen Hakkari Şubesi, "21 Şubat Dünya Anadil Günü” münasebetiyle Kürtçe bir mesaj yayınladı.

HAKKARİ OBJEKTİF HABER

Eğitim-Senin Kürtçe mesajında şu ifadelere yer verildi:

"JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GİŞTİ RE

Em pêşiyê xemgîniya xwe ya ji ber erdheja 6' ê Sibatê çêbûyî bînin ziman. Ew kesên ku vê erdhejê de jiyana xwe ji dest dayî em bi bîr tînin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Me vê erdhejê de jî dit ku bi her zimanan dayikên me êş û kederên xwe anin ziman. Em erdnigariyeke pir çandî û pir zimanî de dijîn. Parstina van çand û zimanan wek parstina jiyana mirovan pîroze.

Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê zikmakî ya Cihanêye, bi armanca piştevaniya rengîniya çandî û pirzimaniyê di sala 1999'an de ji aliyê UNESCOyê ve hatiye îlankirin. Ev tê wateya ku ji holêrakirina rengîniya çandî û pirzimaniyê sucê mirovehiyê ye. Mixabin, îro jî li dijî gelek netewan sûcê mirovahiyê pêk tê. Di sedsala 21'ê de, gelek netewe ji mafê xwe yê zimanî û çandî bê par in. Hinek ziman li ber tunebûnê ne. Hemû dewletên cihanê di vê rojê de bi daxuyaniyan diyar dikin ku çiqas piştgirî dane zimanên din. Lewra, zimanê zikmakî hebûn, rûmet û nasnameya neteweyekê ya hevpar e, pêşeroja wan e. Divê hemû netew û kom bikaribin zimanê xwe yê zikmakî di her qada jiyanê de bi kar bînin. Berovajî, ji bo parastin û pêşxistina gelek zimanan astengî hene, gelek ziman tên pişaftin û ji holê tên rakirin. Yek ji van zimanan ji zimanê kurdî ye. Di rastiya xwe de, li ber parastin, pêşxistin û bikaranîna zimanê kurdî astengîyên cur bi cur hene. Kiryarên pişaftinê bi rê û rêbazên cuda didomin. Di peymanên navneteweyî de, perwerdehiya zimanê zikmakî weke mafê mirovan é bingehîn hatiye destnîşankirin, lê ji bo kurdan û gelek neteweyên din ên li Tirkiyeyê perwerdehiya bi zimanê zikmakî tune ye. Berovajiyê vê, gelek zext li ser gelek zimanan hene. Minaka herî şênber, nêzîkatiyên li dijî zimanê kurdî ne. Em li dijî asimilasyona li ser hemû ziman û çandanin. Em ê herdem aligirê pir zimanî û pir çandiyê bin. Em bang li hemû derdoran dikin ku ne tenê 21 ê sibatê zimanê dayikê biaxivin bila her roj bibe roja zimanê dayikê û her roj zimanê dayikê kolanan, saziyan, malan bi axivin.

RÊVEBERIYA EĞİTİM SEN'Ê YA ŞAXA COLEMERGÊ"

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Yorumlarınız editör onayından geçtikten sonra yayınlanacaktır. Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır. Yapılan yorumlardan yazarları sorumludur. Kurumumuz hiçbir şekilde sorumlu tutulamaz.